Welatiyên Îranê cara yekem besdarî merasîmên çileya Îmam Husên de dibin

13 September 2022 10:47 0 dîtin
Welatiyên Îranê cara yekem besdarî merasîmên çileya Îmam Husên de dibin

PeyamaKurd – Welatiyên Îranê cara yekem beşdarî merasîmên çileya Îmam Husên de dibin.

Çavkaniyên nûçeyan a Balyozxaneya Îranê ya li Hewlêrê da zanîn, cara yekem welatiyên Îranî yên ku dixwazin biçin Kerbela û beşdarî merasîmên çileya Îmam Husên de bibin, bi rêya Kurdistanê serdana Iraqê dikin.

Balyozxaneya Îranê destnîşan kir, heta niha zêdetir ji 45 hezar welatiyên Îranî bi rêya deriyên sînorî yên Kurdistanê derbas bûne û ji Herêma Kurdistanê jî ber bi Kerbelayê ve çûne.

Herî dawî Balyozxaneyê destnîşan kiriye ku heta niha tu agehî li ser vê yekê ku welatiyên Îranî dikarin bi rêya Kurdistanê biçin Kerbelayê di nava Îranê de nehatine belavkirin lewre deriyên din yên di navbera Îran û Iraqê de gelek qerebalix bûne û kêşe derketine, lê li deriyên sînorî yên Kurdistanê de tu kêşe tuneye.