Li Îranê, cara yekem nûnertiya bankaya Rusyayê hat vekirin
PeyamaKurd- Serokê Teşkîlata Pêşxistina Bazirganiyê ya girêdayî Wezareta Pîşesazî Maden û Bazirganiyê Peymanpak, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku duyemîn banka mezin a Rusyayê ya bi navê VTB Bank, nûnertiya xwe li Îranê vekir.
Peymanpak di daxuyaniya xwe de got, "Di encama xebatên berdewam ên Rêxistina Pêşxistina Bazirganiyê de banka VTB ku duyemîn banka herî mezin a Rusyayê ye, nûnertiya xwe li Îranê vekir.
Ev yekem banka Rusyayê ku beşek jê rasterast li Îranê heye û di beşeke dahata dovîzê de dê ji bo veguhestina ji tora trostê ya bankevaniyê de bibe sedem ku di bazirganiyê de zelalî çêbibe.”
Di serî de Amerîka; Rusya û Îran di bin dorpêçên Rojava de ne û ew jî di warê bazirganî û karên alî de bi zêdekirina hevkariyan, hewil didin dolarî bi awayê qedemekirî ji kirariyên bakevaniyê û bazirganiya dualî derxin.
Ji aliyê din ve jî Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê Aleksandr Novak, îro bi şandekê re dê biçe serdana Îranê.
Tê payîn ku di vê seredana Novak de hin rêkeftinên aborî di navbera Îran û Rusyayê de bên encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin