Lavrov pistî serê Ukrayna cara yekem besdarî civîneke navdewletî dibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, beşdarî Lûtkeya Wezîrên Derve ya G20an ku sibe 8ê Tîrmehê destpê dike, dibe.
Ji 24ê Sibata borî ango destpêkirina êrîşên Rûsya yên dagirkirina Ukraynayê ve, ji ber dorpêçên li ser Rûsyayê hatibûn sepandin, Lavrov nekarîbû beşdarî civînên navdewletî yên welatên rojava bibe.
Hat ragihandin ku Lavrov ji bo beşdarî Lutkeya G20an bibe, beriya rojekê gihîştiye bajarê Balî yê Endonezyayê ku civîna G20an tê lidarxistin.
Wezîrên Derve yê Almanya û Amerîkayê ragihandin ku ew dê li Lûtkeya G20an bi Lavrov re necivin.
Di Lûtkeya G20an de ji bilî welatên ku Rûsyayê bi tawana şer li Ukraynayê tohmetbar dikin, welatên wekî Çîn, Endonezya, Hindistan û Afrîkaya Başûr jî beşdar dibin ku ew piştevaniya xwe ya bo Rûsyayê didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin