Brîtanya pistî serê sar cara ewil bi awayê berfireh lesker disîne rojhilatê Ewropayê
PeyamaKurd – Brîtanya di çarçoveya beşdarbûna şerê Ukraynayê de, nêzîkî 8 hezar leşker dişîne rojhilatê Ewropayê.
Li gor ajansa nûçeyan a BBCyê da zanîn, piştî şerê sar, ev cara ewil e Brîtanya bi vî awayê berfireh, nêzîkî 8 hezar leşker dişîne rojhilatê Ewropayê, ji bilî wê, hêzê dişîne Fînlanda û Makedonyayê jî.
Hat ragihandin ku ji destpêka şerê Ukraynayê ve, Brîtanya bi awayekî berfireh û nerasterast beşdarî di vî şerî de kiriye, ev jî bi rêya dayîna çek û balafiran.
Rayedarekî Brîtanyayê di derbarê mijarê de diyar kiriye, welatê wî piştevaniya êrîşî axa Rûsyayê were kirin dike.
Herwiha Wezareta Berevanî ya Brîtanyayê destnîşan kiriye ku ev piştevaniya leşkerî, ji bo bersivdana êrîş û dijminkariyên Rûsyayê yê li rojhilatê Ewropayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin