Pistî pandemiya Covid-19 cara ewil nirxê petrolê 75 dolaran derbas kir
PeyamaKurd – Li Cîhanê nirxê bermîla petrolê ji ber pandemiya koronayê ku bsandoreke mezin li bazarên cîhanê kir daketibû heta bin 40 dolaran.
Piştî demeke dirêj ji dawiya zala 2020an û bi asayîbûn û kontrolkirina nexweşiya koronayê re li cîhanê, nirxê petrolê jî careke din zêde bû.
Li gorî daneyên îro 24ê Hezîrana 2021ê nirxê bermîleke petrola xav a brent gihîşt 75 dolar û 50 sentan ku doh bi daxistina borseya nefta cîhanî re heta 76 dolaran jî bilind bûbû.
Hêjayî gotinê ye, yek ji sedema herî girîng a zêdebûna nirxê petrolê asta lêdana derzîyên koronayê li cîhanê ye ku ew jî di pandemiya Covid-19 de cîhanê ber bi asayîbûnê ve dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin