Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat desteser kirin
PeyamaKurd - Hunermendê Omer Suleyman ku bi eslê xwe erebê ji bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û bi şêwaza muzîka xwe Kurdî û Erebî li cîhanê jî tê naskririn, li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsên Tirk ve hat desteserkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, Omer Suleyman, di encama serdegirtina malekê de, bi hênceta ‘piştgirîdayîna rêxistinên terorî’ hatiye desteserkirin û ji bo navenda cendirmeyan ya bajarê Rihayê hatiye veguhestin.
Omer Souleyman nêzîkî 10 sal berê hatiye Riha ya Bakurê Kurdistanê û piştî hatiye bakurê Kurdistanê jî firuneke vekiriye û bi wî karî debara xwe dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin