Li Diyarbekirê hunermend Sarya Ertas jî di nav de herî kêm 4 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê di saetên serê sibehê de polîsan girtin ser malan û hunermend Sarya Ertaş jî di nav de herî kêm 4 kes desteser kirin.
Li gor zanyariya, polîsan li Diyarbekirê serê sibehê girtin ser gelek malan û di serdegirtinan de hunermend Sarya Ertaş, Zîlan Dag, Berdan Çelîk û Mazlûm Kardaş desteser kirin.
Hat zanîn ku kesên ku sedemê desteserkirina wan nehate zanîn, li miduriyeta polîsan tên ragirtin û dibe ku hejmara desteserkiran zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin