Ji Diyarbekirê hinardeya herî zêde bo Herêma Kurdistanê tê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çaryeka sala 2022yan de, hinardeya herî zêde ya bazirganên bajarê Diyarbakirê bo Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Endamê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê û Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve, Baran Turk amarên fermî eşkere kirin û got, di çaryeka yekem a sala 2022yan de parêzgeha Diyarbekirê herî zêde kelûpelên bazirganî hinardeyî Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine.
Baran Turk herwiha da zanîn: “Di çareyeka yekem a sala 2021ê de hinardeya Diyarbekirê ya bo Iraqê bi nirxê 23 milyon û 424 hezar û 860 dolaran bû. Di heman serdema îsal de jî ji rêjeya sedî 15,5 zêde bûye û gihîştiye 27 milyon û 29 hezar û 680 dolaran.”
Endamê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq di hinardeya giştî ya Tirkiye de, di rêza 10emîn de ne, lê di hinardeya Diyarbekirê de jî di rêza yekem de cî digirin.
Baran Turk got ku di hinardeyê de rêza yekem madeyên kîmyayî ye û di rêza duyem de jî sektora berhemanîna demir û madeyên hesin cî digire.
Baran Turk da xuyakirin ku heger deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de jî were vekirin wê bazirganî geştir bibe û got: “Di proseya ji nû ve avakirina Sûriyê de dê bazirganiya me zêdetir bibe. Bi taybet girtîmayîna deriyê sînorî yê Nisêbînê di serî de bandorê li bajarê me û herêmê giştî dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin