Tirkiyê di sala 2021ê de herî zêde berhemên xwe firotine Iraq û Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Li gorî rapora Encûmena Hinardekarên Tirkiyê (TİM) di 11 mehên sala 2021ê de, di nav welatên Rojhilata Navîn Tirkiyê herî zêde hinardeya berheman bo Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî rapora hinardekarên Tirkiyê, rêjeya hinardeya berheman li gorî 11 mehên sala borî, ji sedî 33,8 zêde bûye û ji 151 milyar û 800 milyon û 621 hezar dolaran gihîştiye 203 milyar û 141 milyon û 161 hezar dolaran.
Rêjeya hinardeya Tirkiyê bo welatên Rojhilata Navîn 12,26 e û di vê serdemê de herî zêde berhem bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine firotin.
Li gorî amarên rapora hinardekaran rêjeya firotina berheman bo Herêma Kurdistan û Iraqê ji sedî 22,3 zêde bûye û ji 6 milyar û 545 milyon û 758 hezar dolaran gihîştiye 8 milyar û 7 milyon û 574 hezar dolaran.
Li gorî raporê di hinardeya bo Kurdistan û Iraqê de bajarê Stenbolê serî dikişîne û di nav 11 mehan de ji Stenbolê bo Kurdistan û Iraq bi nirxê 2 milyar û 417 milyon û 194 hezar dolaran hinarde hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin