Di sala 2021ê de zêdetirî 4 hezar bûyerên trafîkê çêbûn: 662 kes mirin…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê di sala 2021ê de 4 hezar û 119 bûyerên trafîkê çêbûne û di encama bûyeran de 662 kes mirine û 7 hezar û 220 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Giştî yê Trafîka Herêma Kurdistanê Esed Mela Kerîm amarên sala 2021ê bi civîneke rojnamevanî eşkere kir û ragihand: “Par zêdetirî 122 hezar otomobîl hatin tomarkirin, niha li Herêma Kurdistanê milyonek û 961 hezar otomobîl hene, ku ev li gor hejmara nişteciyan zêde ye.”
Esed Mela Kerîm li ser amarên bûyerên trafîkê jî got: “Di sala 2021ê de zêdetirî 4 hezar û 119 bûyerên trafîkê hatine tomarkirin, di encama bûyeran de 662 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 220 kes jî birîndar bûne ku li gorî sala 2020an hejmar zêde bûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin