Di sala 2021ê de milyonek û 500 hezar tûrîstan serdana Duhokê kir

23 December 2021 20:33 0 dîtin
Di sala 2021ê de milyonek û 500 hezar tûrîstan serdana Duhokê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav sala 2021ê de milyonek û 500 hezar tûrîstan serdana parêzgeha Duhokê kirine.

Berpirsê giştî yê tûrîzma Duhokê Xeyrî Elî Oso di civîneke rojnamevanî de go: “Me îsal xebatên baş di warê tûrîzmê de kir. Yek ji wan vekirina pêşangeha tûrîzmê bû ku zêdetirî 150 kompanî tê de beşdar bûn.”

Xeyrî Elî Oso da zanîn, îsal herî kêm 60 binke û deverên nû yên tûrîstîk hatine vekirin û niha nêzîkî 900 cihên tûrîstîk li parêzgeha Duhokê hene.

Berpirsê tûrîzma Duhokê got, “Ji bo ahengên sersalê me xwe amade kiribû lê ji ber lehiya Hewlêrê û ziyana ku gihîştiye xelkê bajêr me bernameya xwe betal kir.”

Elî Oso li ser plan û bernameyên sala bê jî da zanîn, “Ji bo sala bê plan û projeyên me yên baştir hene. Em dixwazin tûrîstên zêdetir bikşînin parêzgehê.”

Berpirsê tûrîzma Duhokê herwiha eşkere kir, di sala 2021ê de milyonek û 500 hezar tûrîstan serdana deverên tûrîstîkî yên Duhokê kirine.