Wê Erebistana Siûdî sala 2021ê destûrê bide tenê 60 hezar hecîyan

24 May 2021 20:44 0 dîtin
Wê Erebistana Siûdî sala 2021ê destûrê bide tenê 60 hezar hecîyan

PeyamaKurd - Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2021ê de wê destûra hatina 60 hezar Hecîyan bê dayîn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şert û mercên wergirtina ji bo îbadeta Hecê hatiye eşkerekirin û kesên biçin Hecê, divê beriya 72 demjimêran testa PCR kiribin û 3 rojan jî di karantînayê de bimînin.

Herwiha ji bo Hecê ji kesên ku çûne Erebistana Siûdî, wê belgenameya ku di wan de nexweşiya mayînde tune ye were xwestin.

Kesên derziya koronayê li xwe dane, divê belgenameya fermî ya wergirtina derziyê pêşkêş bikin û di ser wergirtina doza duyem a derziyê re herî kêm 14 roj derbas bûbe.

Hat diyarkirin ku kesên temenên wan di navbera 18 û 60 salî de ne, dikarin ji bo Hecê serî lê bidin.

Merasîma keviravêtina li Şeytên dê bi komên 50 kesî were kirin û dê pabendî mesafeya civakî bibin.

Ava Zemzemê jî dê di butlên girtî de bin û tenê carekê werin bikaranîn.