Rojhilat | Di sala 2021ê de herî kêm 244 kesan xwe kust

02 January 2022 21:09 0 dîtin
Rojhilat | Di sala 2021ê de herî kêm 244 kesan xwe kust

PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên hatine komkirin, di nav sala 2021ê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 244 bûyerên xwekuştinê rû dane ku hejmara herî zêde zilam in.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê li ser malpera xwe ragihandiye, sala borî li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 244 kesan xwe kuştine ku 106 ji wan jin û 138 kes jî zilam bûne û temenê 52 kesan ji wan di bin 18 salî de bûne.

Li gorî Hengawê rêjeya xwekuştinê herî zêde li parêzgeha Ûrmiyê hatiye tomarkirin ku 105 kesan xwe kuştine ku 54 jin û 51 zilam bûn.

Hatiye diyarkirin ku herî zêde ji ber pirsgirêkên nav malbatê wan kesan xwe kuştine.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku piraniya kesên xwe kuştine bi darvekirinê xwe kuştine.