Polîsê Herêma Kurdistanê amarên sala 2021ê eskere kir: Nêzî 300 kesan întihar kiriye...
PeyamaKurd - Rêveberiya polîsê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku sala 2021ê li Herêma Kurdistanê nêzîkî 600 kes hatine kuştin ku ji wan nêzî 300 kesî întihar kirine.
Berdevkê polîsê Herêma Kurdistanê Karzan Emîr di civîneke rojnamevanî de ragihand, sala borî li Herêma Kurdistanê 215 kes bi qest hatin kuştin, 59 kes bi xeletî hatin kuştin û 287 kesan jî xwe kuştin.
Karzan Emîr da zanîn, sala borî herwiha 5 hezar û 530 bûyerên dizîyê hat kirin û hezar û 51 çekên bê mohlet jî hatin girtin.
Efserê polîs diyar kir, sala borî 149 kes jî bi tohmeta bikaranîna madeyên hişber hatine girtin.
Berdevkê polîsê Herêma Kurdistanê amarên şewat û rûdanên sirûştî jî eşkere kirin û got, sala borî 8 hezar û 933 rûdanên şewat û sirûştî qewimîn ku di encama wan de 133 kesan canê xwe ji dest dan û 178 kes jî birîndar bûn, herwih 281 kes jî hatin rizgarkirin.
Karzan Emîr li ser binpêkirinên jîngehê jî da xuyakirin, sala borî polîsên jîngehê dest danîn ser 60 çekên bê mohlet yên nêçîrvaniyê û 563 kes jî ji ber binpêkirina qedexeyên nêçîrvaniyê hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin