Polîsê Herêma Kurdistanê: Înterpol li temamê bajarên Kurdistanê dixebitin
PeyamaKurd – Rêvebiriya Polîsên Herêma Kurdistanê ragihand ku Înterpol li temamê bajarên Herêma Kurdistanê wezîfe dike û ji Bexdayê ferman distîne. Berdevkê rêvebiriya polîsên Kurdistanê Karzan Emir ji bo Rûdawê ragihandiye ku polîsên Înterpolê li temamê bajarên Kurdistanê û deverên îdara wan serbixwe hene. Emir weha gotiye:
“Polîsên înterpolê li vê derê li gor fermana Bexdayê tevdigere. Biryarên desteserkirinan yên ji welatên didin, biryar digihê Bexdayê û divê ji wê derê bişînin rêvebirên Kurdistanê yên Înterpolê. Înterpol rasterast bi hukumeta federal re di nav têkiliyan de ye. Li ser daxwaza welatên Awrûpayê, li Herêma Kurdistanê 4 kes di lîsta Înterpolê de ne ku li wan digerin.”
Hefteya borî meqamên Iraqê di dawiya meha Hezîranê de li ser şewitandina Quranê ya li Îsveçê, ji bo kesê ku Quranê şewitandibû Salwan Momika bigrin, ji bo Înterpolê fermana girtina wî şand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin