Hukumeta Herêma Kurdistanê: Êrîsa ser Pêsmerge êrîsa ser temamê xelkê Kurdistanê ye

05 June 2021 20:17 0 dîtin
Hukumeta Herêma Kurdistanê: Êrîsa ser Pêsmerge êrîsa ser temamê xelkê Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil êrîşa PKK ê ya ser Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û weha got:

“Hêrêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê dê nehêle Kurdistan bibe qurbana siyaseta PKK ê ya şaş û dê nehêle bibe sedema ziyana mal û canî.

Mixabin îro di wextê sibê de li Amediyê di encama danîna kemînekî ji aliyê PKK ê de, 5 Pêşmerge şehîd bûn û hinek Pêşmerge birîndar bûn. Hukumeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKK ê bi tundî şermezar dike.

Êrîşa ser Pêşmerge êrîşa ser temamê xelkê Kurdistanê ye. Pêşmergeyên Kurdistanê parastina hemwelatiyan û her buhist axa Kurdistanê dike û wan weka wezîfe dibîne. Bo malbatên şehîdan û mirovên wan sersaxiyê dixwazin û Xweda wan di bihişta xwe de xelat bike. Bo birîndaran şîfa dixwazim.”

Îro sibê li navçeya Amediyê li Çiyayê Metîna Pêşmêrge diçûn ser karên xwe û konwoya Pêşmergeyan ketibû kemîna PKK ê. Roketekî PKK ê li ereba Pêşmerge ketibû û ji Pêşmergeyan Hejar Subhi Amedi (35), İmad Maruf (36), Qaid Reşit Kelekçi (35), Karwan Tofiq Dinarteyi (34), Nezwar Abdulrahman (44) şehîd ketibûn, 4 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.