Hukumeta Herêma Kurdistanê êrîsa ser Kurda ya çekdarî ya li Parîsê sermezar kir
PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşa çekdarî ya li Parîsê ya ser Kurda daxwuyaniyek belav kir ku di bûyerê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Hukumetê êrîşê şermezar kir û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê xwest û ji bo birîndaran jî şîfayê xwest. Di daxwuyaniyê de hukumet ji diyaspora Kurda xwest ku bi aramî û bi îttîdalî tevbigere. Di dewama daxwuyaniyê de weha got:
“ Baweriya me bi hukumet, dezge û daraza Fransayê bi temamî heye ku wê Kurdistaniyên li Fransayêne wê wan biparêze, sûcdar cezayê ku heq kiriye wê bidinê û tedbîra wî jî bistînin.”
Piştî kuştina 3 kesan û birîndarkirina 4 kesan ku êrîş li nêzî navenda Ahmet Kaya çêbûbû, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û şaredara Parisê Anne Hidalgo ragihandibûn ku êrîşker di êrîşê de Kurdan kirine hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin