Kurdistan | Herî zêde di sala 2023yan de destûr bo projeyên veberhênanê hate dayîn

28 December 2023 21:11 0 dîtin
Kurdistan | Herî zêde di sala 2023yan de destûr bo projeyên veberhênanê hate dayîn

PeyamaKurd - Serokê Desteya Veberhênanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand ku li Herêma Kurdistanê herî zêde di sala 2023yan de destûr bo projeyên veberhênanê hatiye dayîn.

Mihemet Şukrî da xuyakirin: “154 destûr ji bo kerta taybet hatine dayîn, ku ev jî ji 2006an ve hejmara herî bilind a destûrdana projeyên veberhênanê ye ye.”

Serokê Desteya Veberhênanê got ku di serdema kabîneya nehem a Kurdistanê de, herî zêde îsal destûra projeyên veberhênanê hatiye dayîn ku hejmareke zêde derfetên kar jî wan projeyan bi xwe re aniye.

Şukrî diyar kir, “Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha 75% ji karmend û karkerên kompaniyan navxweyî ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hêsankariyan ji bo kerta taybet dike, ji bo ku ew jî zêdetir derfetên karkirinê ji bo welatiyan dabîn bikin”.

Mihemed Şukrî da zanîn ku ew ê sala bê zêdekirina deverên pîşesaziyê kar bikin û ji bilî kerta pîşesaziyê, bala xwe bidin ser pêşxistina kertên çandinê û geştyariyê e.