Hewlêr pêswaziya sala nû dike: Di 2023yan de zêdetirî 3 milyon turîst…
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêşwazî li geştiyarên bo sersalê serdana Hewlêrê kirine, kir.
Xoşnaw dema pêşwaziyê ji rojnamevanan re ragihand ku hatine geştiyaran bo Hewlêrê nîşaneya pêşketin û aramiya li bajêr e û got, êdî geştiyar ji bo pîrozkirina sersalê Hewlêrê hildibijêrin ku karûbarên wan ên kontrolê jî bilez têne çareserkirin.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha eşkere kir, di sala borî de, zêdetirî 3 milyon turîstan serdana Hewlêrê kiriye û ev jî dipeyitîne ku aramî û pêşketin li bajêr heye.
Xoşnaw da zanîn ku ji bo pîrozbahiyên sersalê bê bûyer û pirsgirêk derbas bibin, wan planeke bi hurgilî amade kiriye.
Hêjayî gotinê ye, tê çaverêkirin hejmarek zêde turîstên derve û ji naverasta Iraqê, sala rû li Herêma Kurdistanê pêşwazî bikin û betlaneya xwe li bajarên wekî Hewlêr û Duhokê rderbas bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin