Almanyayê 13 hezar û 512 koçber dersînor kir: Herî zêde welatiyên Tirkiyê ne!
PeyamaKurd – Li gorî amarên Hikûmeta Almanyaya Federal di nav 10 mehên 2023yan de 13 hezar û 512 koçber ji Almanyayê hatin dersînorkirin ku piraniya wan jî hemwelatiyên Tirkiyê ne.
Li gorî daneyan, hemwelatiyên ji Awûstûrya, Gurcistan, Makedonyaya Bakur, Moldova, Albanya û Tirkiyê hatin dersînorkirin.
Hate diyarkirin ku tenê di navbera mehên Çile-Cotmeha îsal de 755 hemwelatiyên Tirkiyê ku ji ber sedemên cuda sirgûnî Almanyayê bûne, hatine dersînorkirin.
Parlamentera Partiya Çep a Alman, Clara Bûnger ragihand ku ew bi taybetî ji zêdebûna dersînorkirinên ber bi Tirkiyê ve bi fikar in.
Hêjayî gotinê ye, di tevahiya sala 2022yan de 12 hezar û 945 kes hatibûn dersînorkirin ku ew hejmar di sala 2023yan de zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin