Tirkiye | Di hefteyekê de hezar û 212 koçber hatin dersînorkirin

11 June 2023 15:14 0 dîtin
Tirkiye | Di hefteyekê de hezar û 212 koçber hatin dersînorkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera rojên 2-8ê Hezîranê de, li seranserê Tirkiyê 2 hezar û 825 koçber hatine girtin, hezar û 212 koçber jî hatine dersînorkirin.

Li gorî ragihandina Serokatiya Rêveberiya Koçberan ya girêdayî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê. di navbera 2-8ê Hezîranê de li seranserî Tirkiyê 2 hezar û 825 koçber hatine girtin, hezar û 212 koçber hatine dersînorkirin.

Hat diyarkirin ku 773 Afganî, 56 Pakistanî û 1996 ji welatên din bi giştî 2 hezar û 825 koçber hatine girtin. 356 koçberên Afganî,106 Pakîstanî û 750 kesên ji welatên din, bi giştî hezar û 212 koçber jî hatine dersînor kirin.

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, di navbera 1ê Çile û 8ê Hezîranê de, bi giştî 42 hezar û 549 ji bo welatên wan hatine vegerandin.

Li Navendên Vegerandina Koçberan 4 hezar û 82 Afgan, 1613 Pakistanî û 10 hezar û 710 kesên ji welatên din, bi giştî 16 hezar û 405 koçber hene ku hezar û 752 koçberên din jî dê bêne vegerandin.