Tirkiye | Di hefteyekê de zêdetirî hezar koçber hatin dersînorkirin
PeyamaKurd - Serokatiya Saziya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir ku ji 1ê Çileya 2023yan heta 5ê Çile hezar û 28 koçberên neyasayî hatine dersînorkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di vê hefteyê de hezar û 983 koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin ku 578 kes ji wan Afgan, 41 Pakistanî û hezar û 364 koçberên din ji welatên din bûn.
Hatiye diyarkirin ku ji hezar û 28 koçberên di nav hefteyê de hatine dersînorkirin, 477 ji wan Afganî, 11 Pakistanî û 540 koçber jî ji welatên cuda bûn.
Li gorî amarên Serokatiya Koç û Koçberan, di nav hefteyê de jî 1889 koçberên derbasî nav axa Tirkiyê bûne hatine desteserkirin û niha li navendên dersînorkirinê 20 hezar û 497 koçber hene ku piraniya wan Afganî û Pakistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin