Tirkiye | Di hefteyekê de zêdetirî 3 hezar koçber hatin dersînorkirin

18 December 2022 14:34 0 dîtin
Tirkiye | Di hefteyekê de zêdetirî 3 hezar koçber hatin dersînorkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê di nava hefteyekê de, giştî 4 hezar û 355 koçber hatine girtin û ji wan 3 hezar û 222 koçber jî hatine dersînorkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, amarên dersînorkirina koçberan ên navbera 9 û 15ê Kanûna 2022an hatin eşkere kirin.

Hat diyarkirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav hefteya dawî de ji wan 1495 koçberên Afganî, 120 Pakistanî û 2 hezar û 740 jî yên welatên din bi giştî 4 hezar û 355 koçber hatine girtin.

Hat ragihandin ku 1893 Afganî, 64 Pakistanî û 1265 ji welatên din, bi giştî 3 hezar û 222 koçber jî hatine dersînorkirin.

Li gorî amarên hatine belavkirin, ji 1ê Çile û 15ê Kanûna 2022an ve 115 hezar û 477 koçber hatine vegerandin ku ji wan 64 hezar û 916 Afganî û 12 hezar û 276 jî Pakistanî ne.

Herwiha li navendên paşdevegerandina koçberan jî 4 hezar û 714 koçberên Afganî û 3 hezar û 679 koçberên Pakistanî bi giştî 18 hezar û 496 koçber hene.