NY: Li Lubnanê di hefteyekê de 118 hezar kes koçber bûn
PeyamaKurd – Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, di hefteyekê de zêdetirî 118 hezar kes li Lubnanê koçber bûne.
Rêxistina Koçberiya Navnteweyî (IOM) a ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye ragihand ku “Ji cotmeha 2023yan û heta 25ê îlona 2024an, li Lubnanê bi giştî 211 hezar û 319 kes koçber bûne ku 74 hezar kes ji van zarok in.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî bombebaranên artêşa Îsraîlê yên 23yê Îlonê dest pê kirin ango ji hefteya bihurî ve 118 hezar û 466 kesên din koçber bûne ku ev hejmareke zede ye.
Her weha li gorî van amaran, % 73yê van koçberan ji başûrê Lubnanê koç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin