Tirkiye | Îsal 315 hezar koçberên qaçaxî hatin desteserkirin

02 October 2019 18:08 0 dîtin
Tirkiye | Îsal 315 hezar koçberên qaçaxî hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu mijara koçberên tên Tirkiyê wekî gefeke li dijî ewlekariyê nirxandin û ragihand, “Di salekê de, tenê li hundirê welat me 315 hezar koçberên qaçaxî desteser kirin.”

Soylu herwiha bibîr xist ku sala borî hejmara koçberên hatine desteserkirin 268 hezar kes bû, lê diyar e ku dê îsal hejmar bigihîje 400 hezar kesan.

Wê anî ziman ku 3-4 salên dawî hejmareke zêde ya koçberên ji xeta Afganistan û Afrîkayê tên hene û ew jî hewil didin vê mijarê bi Ewropayê bidin fêmkirin.

Soylu got, ji sedî 45,5ê koçberê ji Tirkiyê derbasî Yunanistan û Ewropayê bûne Afganî ne û li ser metirsiya koçberan diyar kir, "Heke Rojhilata Navîn ne ewle be, Parîs jî ewle nabe, Berlîn jî ewle nabe û ti devereke din a dinyayê jî ewle nabe.”