Tirkiye wê 80 hezar koçberên Sûrî dersînor bike

23 July 2019 16:50 0 dîtin
Tirkiye wê 80 hezar koçberên Sûrî dersînor bike

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro di gotareke xwe de ragihand ku dê heta dawîya salê 80 hezar koçberan dersînor bikin.

Soylu li Stenbolê da xuyakirin, par bi giştî 56 hezar koçberên neyasayî ji Tirkiyê hatine desnînorkirin, lê îsal heta dawîya salê ew dê 80 hezar kesên din dersînor bikin.

Soylu got ku Tirkiye bi pêlek mezin a koçberîya neyasayî re rûbirû ye û tenê sala 2016an wan nehîştiye 730 hezar koçber derbasî Tirkiyê bibin û da zanîn, par li Tirkiyê 268 hezar penaberên qaçax hatine desteserkirin.

Soylu diyar kir ku li Stenbolê 540 hezar welatiyên Sûrî hatine tomarkirin, ku belgeyên wan hene û derveyî wan jî ew nahêlin li Stenbolê penaberên Sûriyê bimînin û dê wan bişînin bajarên ku belgeya rûniştinê wergirtine.