Tirkiye | Di meha Îlonê de 16 hezar penaberên Sûrî hatin dersînorkirin

01 October 2023 14:04 0 dîtin
Tirkiye | Di meha Îlonê de 16 hezar penaberên Sûrî hatin dersînorkirin

PeyamaKurd – Li gorî amarên hatine berhevkirin, tenê di nav meha Îlona 2023yan de,  16 hezar penaberên Sûriyê ji nav Tirkiyê hatine dersînorkirin û ew bo deverên cuda yên bakurê Sûriyê hatine şandin.

Çavkaniyên ji Sûriyê ragihandine ku doh 30yê Îlonê jî desthilata Tirkiyê nêzîkî 120 penaberên Sûrî di deriyê Girê Spî re û 480 penaber di deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî komên çekdar kirin.

Ji bo ew penaberên hatine dersînorkirin nikaribin vegerin jî dema derbasî Sûriyê têne kirin belge û şopetiliyên wan têne girtin.

Bi taybet piştî hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê şandina penaberên Sûriyê zêde bûye û zêdetir jî ew bo  herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Spî têne şandin.

Bizavkarên Sûrî diyar dikin ku proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.Tenê di meha Îlonê de zêdetirî 16 hezar penaberên Sûrî di deriyên Girê Spî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re hatine dersînor kirin.