Tirkiye | Di du mehan de 10 hezar kes hatin girtin
PeyamaKurd - Parlamenterê Partiya Komariya Gel (CHP) Murat Emir ragihand, li Tirkiyê di maweya du mehan de 10 hezar kes hatin girtin.
Parlamenterê CHPê yê Enqerê Emir da zanîn, di nav 58 rojan de hejmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyê 9 hezar û 595 kes zêde bûye û li gorî daneyên Wezareta Dadê û Komisyona Parlamentoyê, hejmara girtin û desteserkirinê li Tirkiyê rojane nêzîkî 165 kesan e.
Emir got ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê biryar daye di 2019an de 65 girtîgehên nû çêbike û diyar kir: "Hikûmeta AKPê bi rêya fişaran û zîndankirinê dixwaze opozisyon paşde gavan biavêje."
Parlamenterê CHPê destnîşan kir, AK Partî dizane qeyrana aborî bêhêvîbûn di nav civakê de çêkiriye û got: "Lewra jî belavkirina nivîsekê li ser torên civakî dibe sedema girtina mirovan û ev jî nîşana tirsa partiya desthilatdar e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin