Li Îranê di 9 mehan de hezar û 700 kes hatin girtin

30 September 2023 13:03 0 dîtin
Li Îranê di 9 mehan de hezar û 700 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Li gor heman raportê, herî kêm 125 xwepêşanderên Kurd ku 13 zarok û 8 jin bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ji destpêka sala 2023an heta niha 1700 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji hezar û 700 kesên hatine desteserkirin 902 kurd û 302 jî Belûç in.

Li gorî nûçeya MAyê, çend meh berê nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo mafên mirovan li Îranê, piştî xwepêşandanên ku bi kuştina Jîna Mahsa Emînî destpê kiribûn, raporek derbarê binpêkirina mafên mirovan li Îranê belav kiribû.

Di raporê de hat destnîşankirin, zêdetirî nîvê kesên rastî binpêkirina mafên mirovan hatine welatiyên Kurd û Belûç in.

Li gorî raporê, tê gotin ku zext û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Îranê ve bi taybet li bajarên başûrê rojavayê Azerbaycanê û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.

Herwiha li gorî heman raporê, herî kêm 125 xwepêşanderên Kurd ku 13 zarok û 8 jin bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.