Li Îranê 13 kesên Bahaî hatin girtin
PeyamaKurd – Li eyaleta Esfahanê ya Îranê, bi sedema mensûbê ola Bahaiyane, artêşa Îranê 13 kesan girt. Sedema girtina wan jî; ji ber ku ‘xebatên rêxistinî’ kirine û hem kasên navborî ji bo baweriya xwe belav bikin, ji xebatên muzîkê û hunerên destî fêde dibînin, hatine girtin.
Li gor ajansa xeberan ya xwendevanên Îranî; artêşa şoreşê ya Esfahanê li ser mijarê daxwuyanî daye û gotiye:
“13 kesên mensûbên baweriya Bahaî hatine desteserkirin. Baweriya xwe li ser ola xwe ya bi tundî û di rêyên nerewa de hînê xelkê dikin.”
Artêşa Îranê Bahaiyan wekî ‘peyayên Îsraîlê’ bi nav dike û kesên navborî bi xebata rêxistinî ya di rêya muzîk, wêne û hunerê de dikin, baweriya Bahaî hênî zarok û ciwanan dikin.
Bahaullah, di sedsala 19an de li Îranê xwe wekî pêxember îlan kir, Îrana wê wextê xwest ew desteser bike û bikuje lê Bahaullah reviya nav Kurdên aliyê Silêmaniyê û demekî li wê derê ma. Pirtûka wan ya pîroz "Kitab-i Aqdes" e.
Her çendîn Îran dibêje navenda Bahaiyan li bajarê Hayfa û Îsraîlê ye jî, di wexta Bahaullah de dewleta Îsraîlê tinebû û ji wexta Bahaullah xwe kir pêxember Îranê biryara kuştina wî dabû

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin