Tirkiye | Di nav 6 mehan de 9 hezar û 852 kompanî hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav 6 mehên sala 2023yan de, li seranserê Tirkiye û bajarê Bakurê Kurdistanê bi giştî 9 hezar û 852 kompanîyan îflas kir û hatin girtin.
Yekîtiya Jûran û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) ragihand ku di meha Hezîranê de 938 kompanîyan îflas kiriye û bi vî awayî hejmara kompaniyên hatine girtin di nav 6 mehên 2023yan de gihîştiye 9 hezar û 852yan.
TOBBê diyar kiriye ku hejmara kompaniyê têne girtin, her meh zêdetir dibin û hejmara kompaniyên şexsî yên bazirganî jî kêm dibin.
Di rapora TOBBê de hatiye eşkerekirin ku hejmara kompaniyên ji ber krîza aborî hatine girtin, li gorî sala 2022yan ji sedî 29,5 zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin