Tirkiye: 46 hezar û 633 koçber hatin dersînorkirin

26 June 2023 01:00 0 dîtin
Tirkiye: 46 hezar û 633 koçber hatin dersînorkirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku heta 22yê Hezîrana îsal, 46 hezar û 633 koçber hatine dersînorkirin.

Di agahiyên ku ji aliyê Alî Yerlîkaya ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku heta 22yê Hezîrana îsal, 46 hezar û 633 koçber hatine dersînorkirin û dersînorkirina 17 hezar û 964 biyaniyan jî berdewam dike.

Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku "Têkoşîna me ya li dijî koçberiya bêdestûr, bê navber dewam dike. Di sala 2023yan da (1ê Çile-22yê Hezîrana 2023an) 46 hezar û 633 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin, 17 hezar û 964 kesên biyanî jî berdewam dikin.

Di 16-22 Hezîranê de jî 3 hezar û 192 koçberên neqanûnî hatin girtin û 1831 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin.”