Li Wanê di 11 mehan de 284 organîzatorên ku mirovan bi qaçaxî derbas dikin hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye), tîmên cendirmeyan di nav 11 mehan de 543 koçberan desteser kir û 284 kesên ku karên qaçax yên mirovan dikin an wan ji welatekî derbasî welatekî dinê dikin, hatine girtin. Rayedarên dewletê ragihandine ku têkoşîna wan ya bi karê qaçax yê koçberan re dê dewam bike.
Qeymeqamiya Bêgiriyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de jimara koçber û organîzatorên ku karê qaçax yê koçberan dikin ragihand û weha got:
“Têkoşîna bi karê koç û qaçaxçiyên koçberan re dewam dike. Tîmên cendirmeyan yên navça me, têkoşîna xwe dide. Di noqteyên kontrolê de, di kontrolan de û li gundan di operasyonan de, ber li karê qaçax ya koçberan digre û dema koçberan digre, wan teslîmê ciyên pêwendîdar dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin