Ji Gol a Wanê hestiyên mirovan li qerexê avê dan
PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Tûşbayê hestiyên serê mirovan û wesleyên din yên bedena mirovan li qerexê avê dan. Xelkê taxê li qerexê Gola Wanê dîtin ku 2 hestiyên serî û hestitên wesleyên bedena mirovan li qerexê avê dan û li ser wê dîmenê xeberê dan ciyên pêwendîdar.
Li ciyê ku hestiyên mirovan hatin dîtin, antropolog û rêvebiriya beşa cînayetê ya asayîşa Wanê bi hevre dest bi xebatê kirin. Pisporên ku li ser bûyerê bixebitin, wê vekolin bê mirov bi kîjan sedeman hatine kuştin û hestiyên cesedan yên çend salane. Hêzên asayîşê ciyê bûyerê bo ewlehiya mijarê girtin.
Tîmên xebatê hestiyan xistin torbeyan û birin labaratûwaran da li ser wan lêkolînan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin