Radestkirina hestiyên ciwanê Kurd ji aliyê karîkaturîstê navdar ê Îtalî hat xêzkirin

31 August 2022 11:06 0 dîtin
Radestkirina hestiyên ciwanê Kurd ji aliyê karîkaturîstê navdar ê Îtalî hat xêzkirin

PeyamaKurd – Wêneyê bavê ciwanê Kurd Hakan Arslan ku li Sûra Diyarbekirê hatibû kuştin û piştî 7 salan hestiyên wî di nav torbeyekî de radestî bavê wî hat kirin, ji aliyê Karîkaturîstê navdar ê Îtalî Gianluca Costantini, li ser dîwarekî Stenbolê hat xêzkirin.

Costantini karîkatura xwe li ser medyaya civakî parve kir û diyar kir: “Dadgeheke parêzgeha Diyarbekirê ya li başûrê rojhilatê Tirkiyê, hestiyên Hakan Arslan ê ku di operasyoneke leşkerî de li bajêr jiyana xwe ji dest dabû, piştî nêzîkî 7 salan di kîsekî plastîk de bi awayekî bê merasîm radestî malbata wî kir.”

Hestiyên ku ji sedî 95 ê Hakan Arslan e, di Mijdara 2021an de ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê şandibûn Edliyeya Diyarbekirê û ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe dihat ragirtin.

Bavê Hakan Aslan, Alî Riza Aslan ji Erzeromê hat Diyarbekirê û li Edliyeya Diyarbekirê di telîs de hestiyên lawê wî radestî bavê wî hat kirin. Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe wergirt, ji bo defnkirinê ber bi Erzeromê ve bi rê ket û Hakan Arslan li bajarê wî Erzeromê hat veşartin.