Du ciwanên Kurd ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatin îskencekirin

26 July 2022 10:29 0 dîtin
Du ciwanên Kurd ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatin îskencekirin

PeyamaKurd – Li Dirbêsiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, du ciwanên Kurd ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatin girtin, bi tundî îşkence li wan hat kirin û piştî wê li Rojavayê Kurdistanê hatin vegerandin.

Li gor zanyariyan, navê yek ji wan ciwanan Mihemed Qasim e, armanca wan ji Dirbêsiyê biçin Bakurê Kurdistanê da ku di wir re biçin Tirkiyê û pişt re biçin Ewropayê. Lê dema ku wan dîwarê sînorî derbas kirine, cendirmeyên Tirkiyê ew girtine û bi kut û daran li wan xistine û ew rût kirine û pişt re avêtine aliyê din ê sînor.

Herwiha hat zanîn ku ciwanê din 14 salî yê ji Hesekê bi hev re bû ne, kesê ku ew derbasî aliyê Tirkiyê kiriye welatiyekî Ereb ê xelkê gundê Erad a Dirbêsiyê ye.