Ji meha Îlonê ve zêdetirî 3 hezar penaberên Sûrî li Girê Spî hatin bicihkirin

16 October 2023 20:40 0 dîtin
Ji meha Îlonê ve zêdetirî 3 hezar penaberên Sûrî li Girê Spî hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê lez daye vegerandina penaberên Sûriyê û wan li herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê de bicih dike.

Li gorî çavkaniyên herêmê bi taybet li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ne, penaberên Sûriyê bi girseyî têne bicihkirin û demografiya herêmê di bin gefa guhertineke mezin de ye.

Herî dawî doh 15ê Cotmehê 90 penaber li deriyê sînor ê Girê Spî radestî çekdarên bi navê ′Polîstên Leşkerî" hatin kirin ku li malên koçberên Girê Spî yên neçar mane derkevin, têne bicihkirin.

Li gorî amarên dawî, di vê mehê de li Girê Spî 580 kes hatine bicihkirin ku 12 î penaberên iraqî ne.

Bi giştî ji meha Îlonê heta niha 3 hezar û 65 penaberên sûriyeyî li Girê Spî hatine bicihkirin û ji Nîsana sala borî ve jî 28 hezar û 445 penaber li Girê Spî hatine bicihkirin