SOHR: Di 3 mehan de zêdetirî 10 hezar leskerên Tirk derbasî Sûriyê bûn

08 May 2020 20:23 0 dîtin
SOHR: Di 3 mehan de zêdetirî 10 hezar leskerên Tirk derbasî Sûriyê bûn

PeyamaKurd -  Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) rgihand ku di 3 mehên dawî de hejmara alavên leşkerî yên artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê kirine gihîştiye zêdetirî 6 hezar û 465an û hejmara leşkeran jî gihîştiye zêdetirî 10 hezar û 300 leşkeran.

Li gorî SOHRê îro 8ê Gulanê beyaniyê jî karwaneke leşkerî di dergeha Keferlosîn re derbasî xaka Sûriyê bûye û ber bi binkeyên Tirkiyê yên li Idlibê ve çûye.

SOHRê ragihand, hejmara alav û erebeyên leşkerî ku ji dema 2yê Sibata 2020an heta niha derbasî herêmê bûne gihîştiye zêdetirî 6 hezar û 465 alav û erebeyên leşkerî ku ji tank, loderên leşker, panzêran, mewziyan dijî guleyan û radarên leşkerî pêk tên.

Herwiha hejmara leşkerên artêşa Tirkiyê yên li Idlib û Helebê, di nav 3 mehan de belav bûne jî zêdetirî 10 hezar û 300 leşkeran e.