Resûl: 350 hezar koçberên Singalê ji ber PKKê û komên çekdar nikarin vegerin warên xwe
PeyamaKurd - Rêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan li Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl got ku, zêdetirî 300 hezar koçberên Şingalê ji ber hêzên PKKê û komên çekdar ên neyasayî nikarin vegerin warên xwe.
Rêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan Sirwe Resûl îro 25ê Sibatê di civîna çapemeniyê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2014ê pêşwaziya du milyon aware û penaberan kir, herwiha qeyraneke sepandî jî li ser Herêma Kurdistanê hebû û heta niha jî berdewam e.”
Sirwe Resûl got: “Niha nêzî yek milyon aware û penaber li Herêma Kurdistanê mane, gelek sedem hene ku ji bo vegera awareyan bûne rêgir û heta îro jî nehatine çareserkirin.”
Resûl da zanîn, “350 hezar koçberên Şingalê li Herêma Kurdistanê hene ku ji ber hêzên PKKê û komên çekdar ên neyasayî venegeriyane cihên xwe. Hikûmeta Federalî jî ew mijar çareser nekiriye, ku ew bi silametî vegerin deverên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin