Hikûmeta Iraqê biryar da: Wê 11 hezar koçberên Singalê vegerin warê xwe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina koçberên Şingalê yên li kampên Duhokê ketiye tevgerê û beşek ji wan jî amadekariya vegera li ser mal û milkê xwe dikin.
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayiq ragihand, bi rêya destpêşxerî yan jî planekê ku hikûmeta Iraqê kar li ser dike, ew dê hejmareke zêde ya xelkê Şingalê vegerînin navçeyên wan.
Hikûmeta Iraqê biryar daye, heta meha 12 a îsal tevahiya awareyên Kampa Serdeştê ya li Duhokê vegerîne ser malên wan.
Bi amadebûna Wezîra Koç û Koçberan û Waliyê Mûsilê û hejmarek berpirsên Iraqî, nivîsîngeha karûbarên awareyan hate vekirin û biryar hat dan, eger her malbatek ji kampên awareyiyê vegere ser mal û halê xwe, dê milyonek û pêncsed hezar dînarên Iraqê werbigre.
Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayiq ragihand: “11 hezar kes dê vegerin. Heta niha 900 kes ji pêkhateya Êzidî vegeriyane ser navçeyên xwe. Heta niha 30 hezar malbat ji xelkê Şingalê li Herêma Kurdistanê û di kampan de dimînin. Lê niyeteke mezin a vegerê heye, bi rêya wê destpêşxeriyê ya niştimanî yan jî plana niştimanî ku hikûmet kar li ser bike, wê hejmareke zêde ya xelkê bo navçeyên wan bêne vegerandin.”
Hêjayî gotinê ye, di du heftiyên derbasbûyî de, du caran berpirsên pilebilindên Iraqî serdana Şingalê kirine, bi mebesta avakirina Şingalê û vegeriyana awareyên wê deverê.
Hîn piraniya koçberên Kampa Serdeştê hê nevegeriyane Şingalê û ser mal û halê xwe, ku xelkê nehiyeya Gir Uzêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin