Di hefteyekê de nêzî 3 hezar koçber hatin dersînorkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê, di nav hefteyekê de nêzîkî 3 hezar koçber hatine dersînorkirin.
Serokatiya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di navbera rojên 4-10ê Mijdara 2022yan de, 4 hezar û 483 koçberên neyasayî hatine desteserkirin û ji wan 2 hezar û 642 kes jî ji nav sînorên Tirkiyê hatine derkirin û bo welatê wan hatine şandin.
Li gorî amarên hatine belavkirin, koçberên hatine dersînokirin Hezar û 98 kes Afganî û 408 kes ji wan jî Pakistanî bûne.
Ji Çileya 2022yan ve, li gorî amarên Serokatiya Koç û Koçberan 101 hezar û 574 koçber hatine dersînorkirin û karûbarên dersînorkirina 18 hezar û 773 koçberan jî dewamdike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin