Tirkiyê herî zêde bazirganî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kiriye

04 October 2021 18:02 0 dîtin
Tirkiyê herî zêde bazirganî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kiriye

PeyamKurd – Li gorî amarên dawî hinardeya Tirkiyê di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê de ji bo welatên cîran, gihiştiye 14 milyar û 500 hezar dolaran ku hinardeya Tirkiyê herî zêde ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatiye kirin.

Li gor amarên Encumena Hinardekarên Tirkiyê, Tirkiyê neh mehên destpêkê yên sala 2021ê bi bihayê 14 milyar û 509 milyon û 605 hezar dolaran kelûpel hinardeyî welatên Îran, Gurcistan, Sûriye, Yunan, Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Hinardeya Tirkiyê, li gor par %34.4 zêde bûye. Hinardeya Tirkiyê, neh mehên destpêka yên sala 2020ê bo heman welatan 10 milyar û 794 milyon dolar bû.

Di hinardeya Tirkiyê ya neh mehên destpêkê de Herêma Kurdistanê û Iraq, bi 6 milyar û 156 milyon û 461 hezar dolaran di rêza yekem de cih digrin.

Bi 2 milyar û 542 milyon û 798 hezar dolaran Bulgaristan di rêza duyem, bi 2 milyar û 9 milyon û 810 hezar dolaran Yunanistan di rêza sêyem, bi milyarek û 651 milyon û 194 hezar dolaran Îran di rêza çarem, bi milyarek û 83 milyon û 259 hezar dolaran Gurcistan di rêza pêncem û bi milyarek û 66 milyon û 80 hezar dolaran Sûriyê di rêza şeşan de cîh digire.