Hinardeya Tirkiyeyê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji % 30 zêde bû
PeyamaKurd-Hinardeya îsal a Tirkiyeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji sala par zêdetir bûye. Asta hinardeyên kel û pelan a Tirkiyeyê ji % 30.33 zêde bûye û dahat gihîştiye 2 milyar û 446 milyon û 554 hezar dolaran.
Li gorî daneyên saziyên fermî yên Tirkiyeyê; di meha Adara 2022yan de li gorî meha Adara 2021an, hinardeya Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ji yek milyar û 872 milyon û 480 hezar dolaran gihîştiye 2 milyar û 446 milyon û 554 hezar dolaran.
Li gorî daneyan: Hinardeya Tirkiyeyê ya Adara îsal, li gorî Adara sala par ji % 19.8 zêde bûye û gihîştiye 22.7 milyar dolaran. Di çarîka îsal de (Çile-Sibat-Adar) Tirkiyeyê bi buhayê 60 milyar û 288 milyon dolaran kel û pel hinarde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin