Iraq: Hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, ji nêz ve dest pê dike

28 April 2023 14:00 0 dîtin
Iraq: Hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, ji nêz ve dest pê dike

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ve li ser rewşa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn û hat eşkerekirin ku dê hinardekirin, di demeke nêzîk de dest pê bike.

Li gorî agahiyên ku Heyan Ebdulxenî dan ajansa fermî ya Iraqê, hikûmeta navendî gihîştiye qonaxa herî dawî ya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî gihîştiye qonaxa dawî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniya Ebdulxenî, Kompaniya Somo di proseya destnîşankirina girêbestê de ye ligel wan aliyên ku petrola Herêmê dikirin û di demeke nêzîk de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike.