Di Newroza Diyarbekirê de herî kêm 33 kes hatin binçavkirin

21 March 2021 18:33 0 dîtin
Di Newroza Diyarbekirê de herî kêm 33 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku pîrozbahiya Newrozê ya Diyarbekirê de, herî kêm 33 kes hatine binçavkirin.

Li gorî zanyariyan kesên hatine binçavkirin dema di bendên kontrolê re derbasî qada Newrozê bûne hatine desteserkirin.

Hat zanîn ku hinek ji wan kesan ji ber tîşort û alên Kurdistanê hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên parêzeran navên kesên hatine binçavkirin û temenê wan wiha ye:

Helîn Çîçek, Remziye Tutaş, V.Ş. (11 salî), Emîne Salman, Bahar Uzunboy, Derya Atli, Ahmet Altûn, Hasret Şan, Murat Kutay, Salîme Kaymaz, Rojbîn Kaymaz, Ebru Ulu, Buşra Temur, Emîne Nazli, Hatîce Batibay, Gurbet Tarhan, Eylem Okuşlu, Hanîfe Yilmaz, Şeyhmus Suren, Hediye Evci, Mulkiye Ozan, Hîlal Ekîn, Sîbel Yuksel Demiralp, Şahîde Bekîrhan, Şukran Kadar, Cîhan Karadaş, M.Ş. (12 salî), Gursel Kocaaga, Suleyman Sogukçeşme, Yûsûf Topkaya, Mîzgîn Savci, Dîlan Çelîk û Ayhan Seven.