Li Diyarbekirê bi gumana endamên PKK/KCKê ne 6 kes hatin binçavkirin

08 June 2024 17:34 0 dîtin
Li Diyarbekirê bi gumana endamên PKK/KCKê ne 6 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) operasyona ser PKK/KCKê hat kirin û di nav wan de şaredarê berê yê Erxeniyê Ahmet Kaya jî heye. Bi temamî 6 gumanbar hatin girtin.

Hêzên dewletê gumabaran bi tohmeta ku bi rêxisitna PKKê re xebitîne, tevlî cenazê gerîllayan bûne û destekê dane rêxistinên legal yên ku bi PKKê re têkiliyên wan hene. Hêzên asayîşê niha îfadên gumanbaran digrin.

Di nav gumanbaran de kesekî ku hêj nehatiye destserkirin heye û hêzên asayîşê dixebitin da desteser bikin.