Li Diyarbekirê 34 kes bi gumana PKKê hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd- Di bin fermana serdozgeriya Diyarbekirê de ji hêzên asayîşê, beşa terorê li dijî PKK ê, di 13.01.2020an de, di heman demê de bo ser gelek ciyan operasyon hatin kirin û di encamê de 56 kes hatine binçavkirin. Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa Diyarbekirê; beşa wan ya rêvebiriya daîra krîmînalê li ser alavên ku di operasyonê de ketine dest, xebitîne.
Li gor ragihandina beşa krîmînal ya asayîşê, heman alav di êrîşên ser erebeyan de, li Ankara, Antalya û Kayseriyê bi heman şêwe hatine bikaranîn. Di çarçoveya lêpirsîna xwe de, heya niha 56 kes hatine binçavkirin. Ji 56 kesî 22 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan û 34 kesan şandine zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin