Li Diyarbekirê 12 HDP yî hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê 12 HDP yî yên ku hatibûn binçavkirin, hatin zîndanîkirin. Sedema zîndanîkirina wan li gor îfadeyên şahidên xef û xebatên an belavkirinên medya civakî hat kirin.
Lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya bajarê Diyarbekir de hat kirin û operasyon di roja 26 ê nîsanê de bi sedema ku ‘propogandeya rêxistinê’ kirine hat kirin. Her 12 kes îro derxistin ber dadgehê.
Kesên ku hatine girtin rêvebirên nû an kevin yên HDP ê û BDP ê ne. Navên wan; Ramazan Karakaya, Hamit Onur, Murat Öndeş, Sadık Tosun, Kadri Akkaya, Mehmet Bakır, Rıfat Roni, Mehmet Zeki Bağcık, Nurettin Bakan, Songül Dağ Kapancı, Zülfikar Odabaşı û Naşit Bat’in.
Dozger bi daxwaza zîndanîkirina wan, wan şand dadgeriya sulhê û cezayê. Biryara zîndanîkirina wan derket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin