Mesûd Pezeskiyan ferman da û 5 polîs hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Lahicanê kesekî gumanbar yê bi navê Muhammed Mirmusevi, piştî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, kesê navborî di bin çav de miribû.
Li ser bûyerê, serokê Îranê Mesûd Pezişkiyan ferman da wezîrê karên navxwe ku lêpirsîna polîsan bêkirin û di encamê e 5 polîs hatin girtin. Ragihandina girtina 5 polîsan ji aliyê Ajansa Xeberan ya Mizanê de har kirin.
Li gor ajansa navborî; dozgerê bajarê Lahicanê İbrahim Ensari got:
“Li ser îhlala mafê hemwelatiyan şopandin hat kirin û li ser dozê, gumanbar ji bo demkî hatin zîndanîkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin