Pakistan | Sê polîs di êrîseke xwekujî de hatin kustin
PeyamaKurd – Sê polîs di êrîşeke xwekujî de li dijî xaleke parastina sînor li bakurê rojavayê Pakistanê hatin kuştin.
Li gorî AFPê, Seroka Polîsan Mayan Saîd got ku îro sibê (24ê Mijdara 2025an) li derveyî xaleke parastina sînor li navçeya Peşawerê sê polîsên federal hatin kuştin û çarên din jî birîndar bûn.
Serokê polîsan diyar kir ku piştî êrîşa xwekujî polîsan du êrîşkarên din kuştine.
Peşawer, paytexta parêzgeha Xeyber Pakhtunxwa li bakurê rojavayê Pakistanê û nêzîkî sînorê Afganistanê, di du mehên borî de bûye cihê gelek pevçûnan di navbera artêşa Pakistanê û hêzên Talîbanê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin